Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama teqekirina hêzên rêjîmê li Belûçistanê herî kêm 7 kes hatin kuştin

12:30 - 28 Çirriya paşîn 2026

Li gorî raporên çavkaniyên mafên mirovan ên Belûçistanê, roja Înê 6ê Sermawezê, di encama teqekirina rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li çend bajarên Belûçistanê, herî kêm 7 welatiyên Belûç canê xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, êvara roja Înê li nêzî bazara Mîşî ya ser bi bajarê Sîrîkê, hêzên leşkerî yên rêjîmê teqe li maşîna du kasibkarên şewatê yên bi navên Emîr Yelanî û Selman Emîrî kirine. Di encama vê êrîşê de maşîna wan şewatberan wergeriya û agir pê ket û her du welatî di nav agir de şewitîn û canê xwe ji dest dan.

Di bûyereke din de li bajarê Xaşê, çekdarên nenas ên li du maşînên Toyotayê de êrîşî malekê kirin û di encamê de jineke bi navê Racbîbî Gemşadzehî û welatiyekî bi navê Wehab Şehdadî hatin kuştin û birayekî wî jî bi giranî birîndar bû.

Herwisa di heman rojê de, di encama du bûyerên cuda yên wergeriyan û agirgirtina maşînan de li ser rêyên Îranşehr û Serbazê ku hêzên rêjîmê keftibûne du wan û wan jî bilez dixwastin ji dest wan hêzên cinayetkar xelas bibin, sê kasibkarên din ên şewatê yên bi navên Meysem Şehnewazî, Mihemedumer Şehnewazî û Ebdulhemîd Belûçî jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.