Îro Şemî 7ê Xezelwera 1405an a Rojî Amerîkayê helwêsta xwe derheq rewşa ku di navbera Herêma Kurdistan û Îraqê de hatî pêş û ev aloziyên ku hene, da xûya û di vê derheqê de Berdevkê Wezareta Derve a Amerîkayê ragehand ku, Waşington piştevaniyê li Îraqek xwedî serwerî, yekgirtî û fîdral û herêma Kurdistanek ewleh û pêşkeftî li çarçêweya destûrê de dike.
Wezareta Derve a Amerîkayê tekezî ji vê kir ku, hewceye pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li rêya goftûgoyan û li gorî destûra Îraqê bêne çareserkirin.
Ev helwêsta Amerîka jî di demekê de ye ku bi sedema biryarên Hikumeta Fîdral a Îraqê li warê meydanên neftî û derwazên sînorî, alozî li peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çê bûye.
Her di vê derheqê de Serokatiya Siyasî a Herêma Kurdistanê biryarên takaliyane yên Bexdayê red dike û amadehiya xwe bo beşdarîkirin li goftûgoya Nîştimanî a 1ê Kanûna yekem bi serpereştiya Fayeq Zêdan daye xûya.
Hevdem digel gefên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, desthilatdar û hêzên siyasî li Kurdistanê bi yekrêzî û hevhelwêstî, tevdigerin daku bibin parêzerê Kiyan û qeware û destkeftên gelê Kurd li Herêma Kurdistanê.
Îro her di vê çwarçêwê de Nêçîrvan û Mesrûr Barizanî ji Partiyê, bo beşdarî li ciwînekî li bi beşdariya û Bafêl û Qubad Talibanî ji Yekîtiyê geheştine Silêmaniyê.