Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya IMO li derheq asêbûna hezaran melewan li tengava Hormoz Huşdarî da

12:39 - 28 Çirriya paşîn 2026

Roja Înê 27ê Çiriya Paşîn, Saziya Navnetewî ya Deryayî ya bi navê “IMO” huşdarî daye ku derbasbûna rojane ya gemiyan ji tengava Hormozê bi 8 heta 15 gemiyan daketiye û derdora 300 gemî û 6 hezar melewan ji destpêka şerê digel rêjîma Îranê li tengava Hormoz de asê bûne.

Vê saziya deryayî daye zanîn ku temirandina sîstemên GPS a beşeke gemiyan, nigeraniya li derheq ewlehiya wan û astengî bo peydakirina wan gemiyan zêde kiriye.

Saziya “IMO”yê tevî tekezî li ser hewcehiya parastin li melewanên medenî, huşdarî da ku berdewamiya vê qeyranê, werzêrî û zincîreya cîhanî ya dabînkirina xwarinê dê bêxe jêr bandora xwe.

Paşmaweyên rêjîma Îranê bi rêya gemiyên sîber bo ticareta neyasayî û herwisa biarmancgirtina gemiyên ticarî bi rêya diron û mûşekan û danîna mînan li rêyên deryayî yên tengava Hormozê, tevî derbelêdan bi ewlehiya aborî û gemîranî li tengava Hormozê, melewanan jî dike armanc.