Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa veguhastinê li Urmiyê zêde dibe lê şiyana aboriya xelkê her kêmtir dibe

12:47 - 28 Çirriya paşîn 2026

Serokê saziya birêveberiya veguhastina bar û rêwîngiya bajarê Urmiyê belav kiriye, ji roja Şemî 28ê Çiriya Paşîn ve nirxa nû ya veguhastinê dê li bajarê Urmiyê de bi rê ve biçe û hevdem çarteke nirxa veguhastina taybet bi taksiyên li bajarê Urmiyê belav kirine.

Zêdekirina nirxa veguhastina bi rêya taksiyan li halekê de tê kirin ku şiyana aboriya xelkê li bajarê Urmiyê, ne ku zêde nebûye belku hêj kêmtir bûye û rêjîmê di cihê kêmkirina nirxa bênzîn û alavên hewce bo maşînan û hewcehiyên jiyana xelkê û geşedan bi aboriya xelkê, nirxa veguhastinê bilind dike û di cihê çareserkirina qeyranekê, qeyraneke din bo xelkê zêde dike.

Pêka raporên belavbûyî, rêjîmê bi hêceta çêkirina hêlên bingehîn ên weguhastina avê, ava çendîn taxên bajarê Urmiyê qutkirine û piştî derbasbûna du rojan hêj çareser nekirine û xelk li bêaviyê de hiştine, lewma neçar bûne bi tankêrên avê, ava hewce bo xwe dabîn bikin û evê yekê jî xerceke zêde heye.