Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê danûstandin digel rêjîma Îranê bi karek pûç binav kir û ragiahnd ku rêjîmê li heftiya derbasbûyî de êrîşên mûşekî û doiriniyên xwe zêde kirine.
Axaftinên Donald Trump li halekê de ye ku paşmaweyên rêjîmê tevî hewldana bo danûstandinan û sekinandina şer, êrîşên dironî û mûşekiyên xwe bo ser gemiyên ticarî li tengava Hormozê û herwisa welatên Erebî û binkeyên Hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, nesekinandine
Li vê derheqê de CENTCOMê ragihand ku li roja Pêncşemî 26ê Çiriya Paşîn, gemiyeke barhilgir ku ji wêzgeha deryayî ya Bender Ebasê bi rê kevtibû û bi alaya “Palao” li deryaya Omanê de dixwast dorpêçan dor lêbide, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve bi birmancgirtina beşa dawî ya vê gemiyê, hate sekinandin.
Pêka daxuyaniya CENTCOMê melewanên medenî yên li vê gemiyê de bi tevavî tendurist in û çi kes ji wan nehatiye kuştin an birîndarkirin.
CENTCOMê ragihand ku hêzên Amerîka ji destpêka dorpêça deryayî, rê ji zêdetirî 158 gemiyên ticarî guherîne û 6 gemî ji jikar xistine.