Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniya gaza Îranê li derheq birîna gazê li 11 parêzgehên Îranê de hoşdarî da

12:54 - 28 Çirriya paşîn 2026

Kompaniya gaza Îranê hoşdariyê dide ku 11 parêzgehên wî welatî rûbirûyê kirîza dabînkirina gazê dibin û gefa birîna gaza malan û wîlayan jî dike, eva di demekê de ye ku Îran xwediyê yek ji mezintirîn paşkeftên nefit û gaza cîhanê ye, lê bi sedema talankirina samana gistî, gendelî û siyasetên şaş ên desthilatê ve, welatiyên wî welatî li demsala zivistanê de dixne jêr givaş û gefa bêparkirin li destpêkîtirîn xizmetguzariyan.

Hoşeng Seydalî, Birêveberê hevahengiya karûbarên gihandina gazê li kompaniya gaza Îranê, li daxûyaniyekî de ragehand ku sê parêzgehên bakurê Îranê, Mazenderan, Xurasana Bakur û Gulistan, pirsgirêka dijwar a dabînkirina gazê hene û 8 parêzgehên din ji wan parêzgehên Sine û Urmiye li Rojhelatê Kurdistanê rûbirûyê kêmiya gaze dibin, navbirî gefa wê jî kir ku wê gaza wan wîla û cihane qut bikin ku bi valahî tên gerim kirin.

Hevdem Mesûd Pizîşkiyan, Serokomarê rêjîmê, bi hêceta bêhêvîkirina dujmin, daxwaz ji xelkê kiriye ku dest bi bikaranîna gaz, berq, bênzîn û gazoyîlê bigrin, kompaniya Gazê jî îşare bi vê kir ku asta bikaranîna navxweyî gihaye 420 Milyon metra sêcî û bi vê sedemê jî para gaza kargehên weke Polayan sînordar kiriye, herwisa metirsiya wê heye ku paşkefta gazoyîlê zûtir li dema xwe de xilas bibe.