“Cî Dî Vens” Cihgirê Serkomarê Amerîkayê tevî îşarekirin bi danûstandinên digel rêjîma Îranê ragihand ku giringtirîn mercê Amerîka bo destpêkirina danûstandina, ev e ku rêjîma Îranê dest ji nûjenkirina bernameya navkiya xwe ku bombebaranan de ji nav çone, ti hewlekê bo nûjenkirina vê nedin.
Navbirî gotiye tevî ku hewlên me bo danûstandinê berdewam in, hem bijardeyên serbazî û hem bijardeyên din li ber dest hene, lê em nikarin pêşbînî bikin ku dê çi biqewime, çimkî kiryar û biryarên berpirsên Îranê gelek caran nayên pêşbînîkirin.
Cihgirê Serkomarê amerîkayê ragihand ku ti demek bo danûstandinan diyarî nekirine û berpirsên rêjîmê mana li ser desthilatê bo xwe gelek girîng dibînin.
Ji aliyê din ve rêjîma Îranê çendîn merc bo destpêlkirina danûstandinan hene ku hejmarek ji daxwaziyên ewlehî û aborî li xwe digre wek dawîanîn bi dorpêça deryayî, azadkirina darayiya bilokkirî, sekinandina şer li eniyên cuda, ên wek li Lubnanê û kêmkirina rêjeya serbazên Amerîka li deverê li xwe digre.