Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar heberî diravê Îranê geha 300 hezar tûmenî

13:00 - 28 Çirriya paşîn 2026

Bihayê her dolarekî Amerîkî li bazara nefermî ya diravî ya Tehranê careke din rekor şikand û nêzîkî sînorê 300 hezar tûmanî bû.

​Li gorî raporan ji Îranê, bihayê her dolarekî Amerîkî îro, şemî 7ê Sermawezê, gihîşt 298 hezar tûmanî.

​Her pondekî Brîtanyayê jî ji 390 hezar tûmanî zêdetir hat kirîn û firotin.

​Pêvajoya zêdebûna bihayê diravên biyanî li Îranê di rojên dawî de tundtir bûye. Bihayê dolar yekşema borî di navbera 268 hezar tûmanî de bû.

​Ev zêdebûna biha di demekê de ye ku Ebdulnasir Himetî, serokê Banka Navendî ya Îranê, behsa amadebûna vê bankê ji bo destwerdana di bazara diravî de kiriye.

​Daketina nirxa perê Îranê li hember diravên biyanî, bi zêdekirina lêçûna hawirdekirina kelûpel û keresteyên xav ên pêwîst ji bo berhemanînê, dikare bibe sedema bilindbûna teweromê û kêmbûna zêdetir a hêza kirînê ya xelkê.