Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê roja 28ê Çiriya Paşîn a 2026an li Amedê, li Qada Şêx Seîd, çalakîyek ji bo piştgirîya Başûrê Kurdistanê û parastina destkeftiyên wê li dar xist.
Berî destpêkirina çalakiyê û xwendina daxuyanîyê, polîsên girêdayî Emnîyeta Dîyarbekirê bi hêzeke zêde li qadê bi cih bûn û xwestin pêşî li çalakîyê bigirin. Polîsan ragihand ku ferman ji wan re hatiye û destûrê nadin ku daxuyanî bê xwendin. Rêveberên HEVBENDÎyê û beşdaran ev helwest red kir û bi biryardarî tekez kirin ku çi destûr bê dayîn çi neyê dayîn, ew ê daxuyanîya xwe bixwînin. Piştî ku polîsan beşdarên vê çalakiyê ji bo demekê kirin du beş û dora wan girtin, di dawîyê de qebûl kirin ku daxuyanî bê xwendin.
Di çalakîyê de beşdaran dirûşmên yekîtî û hevgirtina neteweyî bilind kirin û durûşmên wekî "Bakur, Başûr, Rojhilat; Kurdistan Yek Welat", "Yek e Yek e Yek e; Kurdistan Yek Welat e" û "Yek e Yek e yek e; Miletê Kurd Yek e".
Di daxuyanîya HEVBENDÎyê de hat destnîşankirin ku biryarên yekalî yên Hikûmeta Îraqê yên li dijî pêkhate û qewareya destûrî a Kurdistanê, desthilatên Herêma Kurdistanê, meydanên Neftî û deriyên sînor nayên qebûlkirin. HEVBENDÎyê tekez kir ku pergala federal a Destûra Bingehîn a sala 2005an encama têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd e, mada 140î hîn nehatiye bicihanîn û her êrîşeke li dijî Başûrê Kurdistanê wekî êrîşeke li ser hemû Kurdistanê tê dîtin. Herwisa bang li PDK, YNK û hemû aliyên Kurd hate kirin ku bi helwesteke hevpar bo piştgiriyê, li tenişta Başûrê Kurdistanê rawestin.