Di encama siyaseta şerxwazî û bêkifayetiya desthilata rejîma Îranê de, rewşa aborî û jiyana xelkê gihiştiye asteke metirsîdar. Li gorî nûçeyên dawî, bihayê dolarê Amerîkî li bazara azad a Îranê rekoreke nû tomar kir û gihişte 300 hezar tûmenî. Ev daketina bêmînak ya nirxa diravê Îranê bûye sedem ku welatî ji bo kirîna pêdiviyên rojane yên xwarinê, li şûna hejmartina pereyan, wan bi kîlo û terazûyê bipîvin.
Herwisa, buhabûna giran û qutbûna berdewam a berqê û gazê jiyan û karê kasibkaran li Tehran û bajarên din têk daye. Bihayê kîloyek goşt ji du milyon tûmenî derbas bûye û ji ber hejariyê bûyerên diziyê zêde bûne.
Li hemberî vê rewşa xirab, pêleke nû ya grev û nerazîbûnan welat girtiye. Greva giştî ya şofêrên maşînên barhilgir kete roja xwe ya heştemîn û li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Sine, Seqiz, Merîwan, Bane, Îlam û Mihranê ev girev berdevam e. Ji aliyekî din ve, karkerên şaredariya Ramşîrê ku pênc meh in hiqûqê xwe wernegirtine, karkerên kompanyaya Kalsîmînê û karmendên qada petrolê ya Azer a Mihranê li dijî kêmbûna hiqûq û giraniya jiyanê dest bi grev û çalakiyên nerazîbûnê kirine.