Saziya “Ofcom” a Birîtaniyayê ku karê dariştina yasayên ragihandinan û çavdêrî li ser wêzgehên radyoyî, hêlên têlêfonên dûr, mobayl û pêlên radyoyî û bêsîman dike, li roja Înê 27ê Çiriya Paşîn bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku kanala têlêvîzyoniya “Lo`i Lo`i” a Behrênê ku kiryarên wek propaganda bo spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi rêjîma Îranê hene, daxistiye û derfetnameya vê hilveşandiye.
Rojnameya Dêylî Têlêgraf a Birîtaniyayê ragihand ku kanala têlêvîzyoniya “Lo`i Lo`i” milê propandayî yê spaha pasdaran a terorîst û belavkerê propagandayên wan e, lewma derfeta vê hatiye hiloşandin.
“Daily Telegraph” bilî belavkirina vê raporê ragihand ku spaha psadran a terorîst “artêşa teror a ayetullah” e û rola bingehîn li tepeserkirina hovane ya nerizayetiyên Îranê û kuştina hezaran kes ji xelkê Îranê heye.
“Ofcom”ê ragihand ku derfetnameya şirketa “Shells for Media Productions Limited” ku şirketa bingehîn a kanala têlêvîzyoniya “Lo`i Lo`i” e, jî hilveşandiye û ragihandiye ku vê şirketê xalên hewce û kêrhatî bo belavkirina mijaran nînin.