Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îdia dike li her rewşekê de be Oraniyoma meyandî ji Îranê dernaxe

08:35 - 4 Çirriya paşîn 2026

Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta derve ya rêjîma Îranê li roja Duşemî 2ê Çiriya Paşîn de ragihand ku li danûstandina li bajarê Dohê de ti îşareyek bi mijara veguhastina Oraniyoma meyandî nehatiye kirin.

Navbirî îdia dike li her rewşekê de be rêjîma Îranê amadeyê veguhastina Oraniyomê bi welatê sêyê nîne û heta amdeyê danûstandin li ser mijara Oraniyoma meyandî û paşkevtkirina vê nînin û heta mercên Îranê neyêne cîbicîkirinê, ti danûstandinekê li ser mijarên din jî nakin.

Herwisa Îsmaîl Beqayî, tohmeta çêkirina raporên 2 alî bi Rafaêl Girossî, Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya wîzeya Navkî da.

Rafaêl Girossî pêştir huşdarî dabû ku heta lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî derfeta lêkolîn li navendên navkî û destpêregihîştin bi Oraniyoma meyandî nebin, egera bidestveanîna rêkareke dîplomatîk a berdewam bi ti wawyekê nîne.

Pêştir jî Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê ragihandibû ku tevî jinavçona şiyana navkiya rêjîmê, 1 an 2 navend mane ku dibe Amerîka pêregihştinê bi wan bike.