Demokratan di Hilbijartinên Navîn doreyî yên Amerîka de Serkeftineke Mezin Bi Dest Xist.
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên navîn doreyî yên ku di 3’yê Çiriya Paşîn a 2026’an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatin lidarxistin, Partiya Demokrat ku karî li hilbijartinê de pêş komarîxwazan bikeve, di hevsengiya siyasî de guherîneke girîng çêkir.
Herwisa raporkirinên dawî û pêşbîniyên medyaya Amerîkî diyar dikin ku Demokratan kontrola Meclisa Nûneran û Meclisa Senatoyê ji Partiya Komarparêz standine.
Di vê hilbijartinê de ku wekî referandumek li ser siyaseta Serok Donald Tiramp hatibû dîtin, nerazîbûna dengderan ji zêdebûna xercê jiyanê, krîzên aborî û aloziyên derveyî (wek şerê bi Îranê re) bandorek mezin li ser encaman kir.
Li gorî daxuyaniyên çapemeniyê, namzetên Demokratan li herêmên kilîdî û mezin û xwedî bandor de, serkeftinên dîrokî tomar kirin.
Herwisa Donald Tiramp di daxuyaniyekê de ji bo Fox News qebûl kir ku aloziyên navdewletî bandor li ser dengan kiriye û diyar kir ku ew amade ye li dijî qanûnên nû mafê xwe yê vetoyê bi kar bîne. Kontrolkirina Kongreyê ji aliyê Demokratan ve wê rê bide wan ku bernameyên yasayî yên rêveberiyê rawestînin û lêpirsînan bimeşînin.