Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Azerbaycanê çûna 14 kesên rêjîma Îranê bo welatê xwe qedexe kir

09:24 - 4 Çirriya paşîn 2026

Nûçegihaniya APA a ser bi Komara Azerbaycanê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku dewleta Azerbaycanê 14 kesên olî, endamên meclîsa rêjîmê û ragihandinên rêjîmê wek kesên xirab bo welatê xwe anku bo Azerbaycanê binav kirine û çûna wan 14 kesan bo nava axa Azerbaycanê qedexe kiriye.

Dewleta Azerbaycanê ragihandiye wan kesan axaftinên dijî dewlet û rêberên Komara Azerbaycanê kirine û rexne li sîstema desthilat û mijara pêwendiya ol û dewletê girtine û banghêjiya bo tundûtîjiya olî li wî welatê de kirine û daxwaza liserkar derxistina bi zorê ya berpirsên Komara Azerbaycanê kirine.

Pêka vê raporê kiryarên wan kesan ji aliyê berpirsên Komara Azerbaycanê ve, “dijî desthilat, ewlehî û yasaya bingehîn a wî welatî” hatiye hisêb.

Rêjîma Îranê bi berdewam cehda tevdanî û desttêverdana nava karûbarê Azerbaycanê û welatên di yên herêmê daye û cehd kiriye ku bi çêkirina girûpên terorîstî û milîs û kirêgirtian, rewşa ewlehiya wî welatî aloz bike.