Pasdarê terorîst Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê meclîsa rêjîmê gef li welatên cîran kir û îdia kiryiye her wekî em amadeyê şer in, top li meydana Amerîkayê de ye û me bersiva Amerîkayê daye û Amerîka niha dikare rêgiriyê li şer bike û vê carê, şer li meydaneke nû de dê biqewime.
Ji aliyê din ve rojnameya Hemşehrî ya ser bi bajarvaniya rêjîmê li Têhranê, xerîteyeke welatên Ewropayê belav kiriye û binkeyên Amerîka li çendîn welatên Ewropayê wek armanc li egera şer de diyarîkirine ku bilî welatên Skandinaviyê, welatê Birîtaniyayê jî li xwe digire.
Li vê rojnameyê de hatiye îdiakirin ku li egera destpêkirina şer de, yekem armanca mûşekên rêjîmê dê ev binkeyên Amerîkayê bin.
Gefxwarinên rêjîmê li halekê de ye ku danûstandinên li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê bi rêya navbendçiyan berdewam e û çend cih ji girava Qişmê de ji aliyê CENTCOMê hatine bombebarankirin.