Li herêma Belûçistanê, di nava 48 demjimêran de êrîşên çekdarî yên li dijî hêzên leşkerî û ewlehiyê yên rêjîma Îranê zêde bûn.
Li gorî nûçeyên ku ji aliyê çavkaniyên herêmî û media yên fermî ve hatine piştrastkirin, di encama van pevçûnan de çend endamên spaha pastaran a terorîst, piledarên artêşê, hêzên ewlehî û îtlaatî û polîs bi taybet milîsên rêjîmê yên Fatimiyon û Zeynebiyon, hatin kuştin.
Rêjîmê kuştina sitvan-yekem Jevad Hişmetî (ji Tîpa 377 a Artêşê) û sitvan-sêyem Hojet Vafakerde (ji polîsên agahiyê) li herêma Seravanê di encama gulebaranê de hatine kuştin.
Herwisa di bûyereke din de li herêma Kilegan a Gulşenê û li gundê Bir ê Kenarakê de jî dehan kes ji hêzên spaha pasdaran û çekdarên terrorist ên Fatmiyon ên alîgirên rêjîmê de çêbûn.
Piştî van bûyeran, hêzên spaha pastaran li bajarê Zahedanê bi maşînên leşkerî û çekên giran tedbîrên tund girtin û herêm xistin bin dorpêçê.
Li aliyê din, "Eniya Têkoşerên Gel" daxuyaniyek da û ragihand ku ev çalakî li dijî fermandar û hêzên ku di zordestiya li ser gel de cih digirin pêk hatine.
Ev pêla şer û aloziyan nîşan dide ku aloziyên li herêmê di asteke gelekî metirsîdar de dewam dikin.