Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna tepeseriya sîstematîk a jinan li Îranê de

09:33 - 4 Çirriya paşîn 2026

Belavbûna amarên nû ên rêkxirava Mafê Mirov a Hengawê, bo meha Oktobera 2026an, aliyên cuda yên tepeseriya rêkxirava jinan ji aliyê dezgehên ewlehî û Dadwerî ên Komara Îslamî ve eşkere dike.

Li gorî raporta Hengawê, li heyama meha derbasbûyî de, aliyê kêm 16 çalakên jin, ji wan 8 welatiyên Kurd û 2 Behayî, li bajarên cuda wekî Seqiz, Sine, Nexede, Bokan û Kirmaşanê ji aliyê dezgehên ewlehî ve hatine girtin.

Hevdem dadgehên rejîmê sizayên giran bi ser 9 çalakvanan de sepandiye, ji wan Wirîşe Muradî, çalakvana siyasî a Kurd, carek din sizaya nedadperwerane a bidarvekirinê bi ser de hate sepandin û 8 çalakvanên din jî li koma giştî de sizaya 40 sal û 5 meh û 1 roj girtin bi ser wan de hatiye sepandin.

Ji aliyekê din ve, tundûtîjiya bingehîn bi sedema yasa yên cuda ve rewşek bi xwîn çê kiriye, di vê mehê de 23 haletên jinkujiyê ji aliyê xizim û kesûkarên nêzî ve bi hêceta pirsgirêka malbatî û namûsê ve hatine tomar kirin.

Herwisa sizaya bidarvekirina jinekê bi navê Eşref Ferecî li girtîgeha Sarî yê de hatiye cîbicîkirin, ku belgeyek din a bikaranîna sizaya mirinê ye wekî emrazekê bo tirsandina civakê.