Pêka raporên belavbûyî kirêgirtiyên rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de givaş xistine ser malbatên xwendevanan ku dibe zarokên wan li rêpîvana 13ê Abanê anku Xezelwerê de beşdar bin.
Ji aliyê din ve xwendîngeha Seyfuldole li bajarê Melayirê wek binkeya besîcanê tê bikaranîn, wanegotin hatine sekinandin û xwendevanan neçar bi dana dirûşmên dijî cîhanê dikin û xwendevanan li hewayê sar de li rêzeyên çendîn demjimêrî de radigrin.
Li xwendingeheke Kirmaşanê de jî kirêgirtiyên rêjîmê gef li xwendevanan kirine hekî li kombûnên şevane yên besîcan de beşdar nebin dê 7 nimreyên wan kêm bikin.
Pêka gotina xwendevanên bajarê Şehsiwarê hekî ev li rêpêvana 13ê Xezelwerê de beşdar nebin dê nimreyên wan bêne kêmkirin.
Xwendevanên xwendingeha şehreka Ebrîşem li parêzgeha Elborzê de hatine agehdarkirin ku pirtûkên waneyan li vê rojê de digel xwe neyînin û dibe li kombûnên canfid de beşdar bin.
Milîtarîzekirina xwendingehan û bikaranîna wan wek binkeyên besîc, rewşa perwerde û hînkarî dijwar kiriye û xwendevan û xwendingehan wek mertalê zindî, cihê avêtina mûşekan û binkeyên propagandayên wehmiyên xwe bi kar tînin.