Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehiyên rêjîmê 6 welatiyên din jî li Rojhilatê Kurdistanê binçav kirin

12:35 - 4 Çirriya paşîn 2026

Li wan çend rojên derbasbûyî de pêleke binçavkirinên xoserane û neyasayî ya welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hov ên ewlehiya rêjîmê ve li bajarên Bokan û Pîranşarê, dest pê kiriye û zêdetir ji 6 welatiyên kurd bi neyasayî hatine binçavkirin.

Li wan binçavkirinan de “Mamosta Melahesen Mehmûdî, Fetah Hacîzade, Newîd Mistefazade û Aram Wefayî” li Bokanê û “Miradhasil Ebûbekrî û Sadiq Ebûbekrî” li bajarê Pîranşarê de ji aliyê hêzên ewlehiya rêjîmê ve, bê belgeya yasayî hatine girtin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî “Mamosta Melahesen Mehmûdî”, pêşnivêjê gundê “Kanî Tûmar”ê ye û Fetah Hacîzade” xelkê gundê “Gamêşgulî” û “Newîd Mistefazade” yê temen 21 salî xelkê gundê Daşbendê ye.

Tevî ku ev welatiyên Kurd bi awayê neyasayî hatine binçavkirin, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û cihê ragirtina wan li ber dest nîne û ji mafê hebûna parêzer, hevdîtin û pêwendî digel malbatê jî bêpar bûne.