Serkomarê rêjîmê Mesûd Pizişkiyan di daxuyaniyên xwe yên dawî de bal kişand ser krîza enerjiyê û pênasîna çanda kêmkirina bikaranîna çavkaniyên xwezayî.
Pizişkiyan diyar kir ku ji bo rawestandina aborî û domandina pişesaziyê, dewlet amade ye biryarên tund û berevajî bide.
Pizişkiyan got: "Heke em neçar bimînin ku gaz û berqa navendên çandî bibirin da ku berq û gaza navendê berhemanînê neyê birîn, ev yek ji hezar axaftin û gotaran çêtir e. Divê em hemû tiştî bikin da ku çerxa berhemanînê li ser piyan bimîne."
Wî herwisa destnîşan kir ku divê hişmendiya "ez kêm dixebitînim da ku berhemanîn berdewam bike" bibe beşek ji çanda civakê.
Di beşek din a peyama xwe de, serkomarê rêjîma Îranê bal kişand ser edaletê di dabeşkirina dahata enerjiyê de û got: "Em dikarin ji benzîn, mazot, gaz û berqê dahatê bi dest bixin û wê bidin gel.
Ev gotinên pizişkiyan li demekê de ye ku li deve devê sarbûna hewa û hatina zivistanê, kirîza kêmiya şewatê roj bi rojê zêde dibe û xelk nigeran kiriye.