Wezareta Derve a Amerîkayê tekezî kir ku dewleta Tiramp li ser biarmancgirtina şademara darayî ên Komara Îslamî û jikarxistina torên dewirlêdana dorpêçan wê berdewam be.
Ew helwêsta li raportek lêkolîn a nûçegihaniya Roytêrzê de hat ku eşkere kiribû rejîm bo dewirlêdana dorpêça deryayî, torek nihênî ji pitir li 5 hizar damezravên serbazî û abûrî çê kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve a Amerîka yê ragehand ku Waşingtinê operasyonek berfire bo biarmancgirtina wan rêyên malî dest pê kiriye ku Tehran bo qaçaxkirina nefit û dabînkirina budceya terorê mifah jê werdigirtin.
Piştî berhevdana pevçûnên serbazî li Reşemeya 1404an û êrîşên Komara Îslamî bo ser keştiyên bazirganî, dewleta Amerîka givaşa deryayî xistiye ser rêjîma Îranê û sizayên li ser Keştiyên Sîber, tundtir kiriye heya çavkaniyên abûrî ên rejîmê bi temamî hişk bike.