Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl amadeyê êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê ye lê li benda Donald Tiramp maye

08:41 - 2 Çirriya paşîn 2026

Rojmaneya Waynêt li raporeke xwede daye zanîn ku Artêşa Îsraîl amadeyê êrîşkirina nû bo ser rêjîma Îranê ye û li benda biryara Donald Tiramp ê Serkomarê Amerîkayê maye û bo destpêkirina şer dibe Donald Tiramp biryarê bide.

Pêka rapora vê rojnameyê, nîşaneyên amadebûna Amerîka bo şer hene, her wek li vê heftiyê de 10 balafirên vegihastina Artêşa Amerîkayê wek pireke esmanî bo vegihastina alavên serbazî li deverê, li Îsraîlê de hatine cihgîrkirin.

Hevdem hêzên zêdetir ên Amerîkayê li deverê de cihgîr bûne û ev rewş berdewam e û paşkevt û şiyana hewce bo destpêkirina şer li deverê de hatine kirin û dehan balafirên gihandina şewatê erkên dorlêdan li sînorên nêzî Îranê encam dane.

Li halekê de Bired Kûpir, Fermandeyê CENTCOMê bijardeyên serbazî pêşkêşî Donald Tiramp kirine, Marko Robio Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihandiye ku hêj Amerîkayê biryara şer digel paşmaweyên rêjîmê nedaye û hêj amade ye bi rêya dîplomasiyê pirsgirêk çareser bibin.

Marko Robio, tekez kiriye ku hejmarek ji pirsgirêkên digel vê rêjîmê bi rêya dîplomasiyê çareser nabin û biryara şer li destê Donald Tiramp de ye.