Wezareta Xexînedariya Amerîkayê li roja Çarşemî 4ê Çiriya Paşîn, çendîn şirket û kesên pêwendîdar bi rêjîma Îranê li Tirkiye û Hindistanê de, li lîstê dorpêçan de tomar kirin û huşdarî da ku her kes an navendek piştevanî li rêjîma Îranê bike, dê bibe armanca dorpêçan û bête sizadanê.
Pêka daxuyaniya Wezerata Xezînedariya Amerîkayê, toreke berfireh a tawankar bi rêveberiya “Sonîl Komar Şarma” û hevjîna wî ya bi navê “Caspirît Pirîtî Şehîd” li Hindistanê, bûye armanca dorpêçan û 2 kesên din ên xelkê Hindistanê ku birêveberê 2 şirketên pêwendîdar bi vê torê bûne, digel 9 navendên cuda yên pêwendîdar bi Sonîl Komar Şarma, li lîstê dorpêçên Amerîka de tomar kirine.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihandiye vê tora tawankar bo tora gemiyên sîber ên rêjîma Îranê, ala û belgeyên sexte çêkirine û hejmarek ji wan gemiyan ser bi hêzên çekdar ên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê li nawçê de ne.
Herwisa şirketa rêvîngiya esmanî ya “FUGO Ground Handling Services” li Tirkiyê, bi sedema alîkarîdan û piştevanîkirin li beşa esmaniya rêjîma Îranê, li lîstê dorpêçan de tomar kirine û dikevne ber sizayên Amerîka.
Rêjîma Îranê piştî dorpêçên Amerîka bo ser xwe, ku destê vê li hinarde û hawirdekirina hatiye kurtkirin, hewil daye ku bi ala û navên sexte û wek qaçax berdewam be li ser hinarde û hawirdeyan.