Li ser berdewamiya destdirêjiya hêzên çekdar ên rêjîma Komara Îslamî li ser welatiyên belûç, roja çarşemê 13yî xezelwera 1405an, Ebdulreûf Hemlî, welatiyekî belûç, bi bê sedem ji aliyê hêzên çekdar ên rêjîmê ve kefte ber regbara guleyan û hate kuştin.
Li gorî rapora nûçeyên mafên mirovan a Halvash, kesên nêzîkî wî welatî ev guleberdan wek hewldaneke hêzên çekdar ên rêjîmê bi mebesta tolhildanê ji navbirî bi sedema xizmatiya wî ligel Ebûzer Hemlî, ku yek ji endamên Eniya Xebatkerên Gel e, zanîne.
Hêjayî gotinê ye ku du welatiyên din ên belûç ku ligel Ebdulreûf de bûn, piştî vê bûyerê hatine desteserkirin û ti zanyariyek li ser çarenivîsa wan li ber dest nîne.
Ebdulreûf Hemlî, temenê wî nêzîkî 38 salî ye, zewicî ye û bavê pênc zarokan e, di dema hatinûçonê de bi maşîna xwe ya taybet, ket ber guleyên rastrast ên hêzên çekdar ên rêjîmê û canê xwe ji dest da.
Yek ji nêzîkên Ebdulreûf Hemlî ragihandiye ku ew welatiyekî asayî bûye û ligel ti kesî dujminatiya wî ya kesî nebûye.
Xizm û lêzimên wî welatî, kuştina navbirî bi armanca tolhildana ewlehiyê ya hêzên çekdar ên rêjîmê bi sedema peywendiya malbatî ligel Ebûzer Hemlî zanîne.
Ebûzer Hemlî, biraziyê Ebdulreûf û yek ji endamên Eniya Xebatkerên Gel, di 10ê rezbera 1405an de di şer û pevçûna ligel hêzên çekdar ên rêjîmê ve hate kuştin.
Berê di 21ê banemera 1405an de, Ebdulhelîm Hemlî yê 50 salî ku birayê Ebdulreûf e, ligel sê welatiyên din bi navên Nisar Cemalzehî, Ebdulmacîd Cemalzehî û Mensûr Cemalî di Îranşahrê de ketin ber guleyên rastrast ên hêzên îdareya îtlaata rêjîmê û hatin kuştin.