Artêşa dewleta yasayî ya Yemenê û hêzên berteknîşandana lezgîn a Yemenê, li operasiyoneke berfireh de bo ser Hûsiyên Yemenê li eniya şer a parêzgeha “El-Cewf” de bi derbasbûn ji meydanên mînan û şikandina çeperên berevanîkirina wan milîsên ser bi rêjîma Îranê, derbeke giran bi wan xistin.
Pêka rapora El-Erebiye, deverên stratejîk ên wek rêzeçiyayên “El-Dehîze, Ommul Lefîfe û Qurûn El-Besîr” ketine jêr kontrola Artêşa dewleta Yemenê.
Girtina vê deverê dibe sedem ku devera sînoriya Yemen û Erebistanê, rêyên hatinûçona bi parêzgeha Maribê û meydanên neftî û herwisa deverên derdor bikeve jêr çavdêriya wan hêzan.
Hevdem digel wan pêşveçonan hêzên Artêşa Yemenê li eniya şer li rojhilatê parêzgeha “El-Cewf”ê, li eniya Te’ezê de jî karîne hewldan û kiryarên wan terorîstên ser bi rêjîma Îranê bo têk bişkênin û deverên din kontrol bikin û derbên giran bi wan bidin.