Pêka îdiaya berpirsên rêjîma Îranê Mucteba Xamineyî, rêberê wehmî û nexuya yê rêjîma Îranê peyamek li derheq hilbijartinên Amerîkayê belav kiriye û li vê peyamê de dilxweşbûn bi encama hilbijartinên li Amerîkayê bi kareke şaş binav kiriye.
Mucteba di peyamê de gotiye ku veguhastina desthilatê li navbera hizbên Amerîkayê nabe sedema guherîna reftara wan û kêmbûna dujminatiya Amerîkayê digel rêjîma Îranê û herwisa dana îmtiyazan bo kêmkirina vê dujminatiyê karekî şaş e.
Belavbûna vê peyamê aveke sar bi ser paşmaweyên rêjîmê dakir ku bi şikesta Komarîxwazên Amerîka li Sena û Meclîsa Nûneran a Amerîkayê keyfxweşin.
Rêberê wehmî û nexuya yê rêjîmê li ser dana îmtiyazan bi Amerîkayê li danûstandinan de bi egerek bo xwestên zêdetir, êrîşkirin û şerê zêdetir a Amerkayê bo ser rêjîmê binav kiriye.
Li vê peyamê de bi rohnî tê dîtin ku paşmaweyên rêjîma Îranê ji hewldanên xwe yên wehmî û terorîstî û kawilker dest bernadin û armanca wan ji lahîkirin bo danûstandin û dawîanîn bi şer bi tenê bo qazanckirina dem bo xweamadekirina dubare bo şerxwaziyên zêdetir û egera bidestveanîna çeka navkî ye.