Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump êrîşên bo ser rêjîma Îranê bi hewce binav kir

13:15 - 5 Çirriya paşîn 2026

Donald Trump Serkomarê Amerîkayê tevî îşarekirin bi rola nerênî ya şerê digel rêjîma Îranê li ser encama hilbijartinên Amerîkayê ragihand ku ev şer hewce bû û nabe rêjîma Îranê şiyana bidestveanîna çeka navkî hebe û dibiya rêgirî ji destpêregihîştina vê rêjîmê bi çeka navkî bihata kirin.

Serkomarê Amerîkayê got: “helwîst û karê me li hember rêjîma Îranê karekî hewce bû û em dê her berdewam bin û hekî ev rewş dubare bibe ez dê her rêjîma Îranê bikim armanc, çimkî ev kite rêya çaserkirina demdirêj e, nabe em derfetê bidne rêjîma îranê ku çeka navkî bi dest xwe ve bîne”.

Cî Dî Wens, Cihgirê serkomarê Amerîkayê jî şikesta Komarîxwazan li hilbijartina Sena û Meclîsa Nûneran bi şerê digel rêjîma Îranê ve girê da û ragihand ku tevî şikesta komarîxwazan, êrîşa bo ser rêjîma Îranê serkevtinek mezintir ji vê şikestê ye û ev êrîş tevî nirxdana siyasî karekî hêja ye.

Helwîsat Donald Trump û cihgirê vî, nîşaneya micidbûna Amerîka bo jinavbirina şiyana şerxwazî, bernameya navkî, gef û rola nerêniya vê rêjîmê li ser ewlehiya cîhanê ye.