Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkirî rastî qeyrana nebûna dermanên hewce û hestiyar hatine

13:17 - 5 Çirriya paşîn 2026

Pêka raporan nirxa dermanên hestiyar bo malnişînkiriyên bi temen ên wek ensolîn û dermanên givaşa xwînê û hinek dermanên din bi qasekê bilind bûye ku piraniya malnişînkiriyan dest ji kirîna wan dermanan berdane û saziya dabînkirina civakî jî wan dermanan bo wan dabîn nake û heta bersiva vê daxwaza malnişînkiriyan jî nade.

Pêka gotina hinek çavkaniyan, beşek ji wan dermanan li bazara azad de dest dihkevin lê nirxa wan bi qasekê bilind e ku malnişînkirî şiyana kirîna wan dermanan nînin.

Pêka rapora “ILNA”yê zêdetirîn dermanên ku %60 a malnişînkiriyan bi kar tînin û hewcehiya wan li vî temenî de ye, dermanên diyabêt, givaşa xwînê û prostat e, lê dermanên wek ensolîn, Lozartan û tamsolosîn li wan mehên dawiyê de bi rêjeyekê nirxa wan bilind bûye ku malnişînkirî nikarin wan dermann bikirin.

Pêka yasayên saziya dabînkirian civakî ya rêjîmê, dabînkirina bê beranber a wan dermanan bo malnişînkiriyan erkê vê saziyê ye û dabînkirina wan li stuyê saziya dabînkirina civakî ye lê heta niha ji dabînkirina wan dermanan xwe parastî ye û rêjîmê jî ti bernameyek bo dabînkirina wan dermanan nîne.