Gorî berhevkirina raporên ku ji mediayan ve belav dibin, alozî û tevgera dîplomatîk li dora Îranê gihîştiye asteke bilind.
Donald Tiramp Piştî civîna bi şêwirmendên xwe yên ewlehiya neteweyî re, ragihand ku wê di demeke nêz de biryarê li ser berdewamkirin û berfirehkirina êrîşên leşkerî yên li dijî Îranê bide.
Tiramp diyar kir ku ev biryar ji bo piştrastkirina ji holê rakirina temamî ya bernameya navokî ya Îranê ye û destnîşan kir ku fermandariya CENTCOM’ê jî amadekariyên xwe zêde kirine.
Di heman demê de, encamên hilbijartinên navîn ên Kongreya Amerîka’yê ku tê de demokratan kontrola her duk meclîsan girtin destê xwe, wekî faktorekî bandor li ser siyaseta şer tê nirxandin.
Li hember van gefan, Tehranê hewldanên xwe yên dîplomatîk li herêmê û cîhanê zêde kirine. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Qeter, Oman, Tirkiye, OrdOn û Kuweytê re behsa rewşa herêmê û rêyên aramiyê kir.
Herwisa hat ragihandin ku Îranê bi riya Qeterê pêşniyarek gihandiye Waşîngtonê ku piştî bicihanîna heft daxwazên Tehranê wê bê gotûbêjkirin.
Li aliyê din, di çarçoveya hevkariya ewlehî û siyasî de, Muhsin Rizayî Sikirtêrê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya rêjîma Îranê, serdana Moskowê kir û di civînekê li Kiremlînê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civiya. Di vê civînê de ku karbidestên payebilind ên îstixbarat û ewlehiyê yên her du welatan amade bûn, Pastar Rizayî peyamek ji Mojtaba Xameneyî gihand Pûtîn.
Heman demê de Rûsiyê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku neçne Îran.