Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa xirab a Abûrî û Zexta Zêde ya li ser Jiyana Xelkê

10:44 - 6 Çirriya paşîn 2026

Li gor rapor û şahidiya welatiyan ji bajarên cuda yên Îranê, rewşa abûrî ya welat gihîştiye asteke gelek xirab û givaşekî giran xistiye ser jiyana rojane ya xelkê.

Li bajarê Bendarebasê, kartên şewatê yên wergirtina benzînê hatine komkirin û bihayê benzînê bi awayekî bêwêne bilind bûye, welatî neçar in ji bo bidestxistina bakek benzîna super nêzîkî 7 milyon û 800 hezar tumanan bidin. Di heman demê de bazar û bazarganî sar bûye û dahat û karê bazariyan û firoşyaran sekiniye.

Ji aliyê din ve, sîstema perwerdeyê û karûbarên giştî jî ji vê krîzê bidûr nebûye. Li birêveberiya dibistanan, ji ber kêmbûna buceyê û pareketina hiqûqê mamostayan, yan kêmbûna hiqûq, birêvebir bo evê ku berdewam bin li ser karê mamostayetiyê û îdarekirina qutabxanan, neçar dimînin daxwaza pereyan ji malbatên qutabî û xwendikaran bikin.

Markêt û firoşgeh li gelek bajaran êdî karta kalaberg û kopona hikûmetê qebûl nakin, ji ber ku dibêjin dewletê ev 3 mehin ku çi drafek nerijandiye hisaba wan market û firûşgehan.

Herwisa rewşa karmend û malnişînan ber bi xerabûnê ve diçe. Hiqûq û mafên xanenişînên saziyên wekî Îran-Air ev çend mehin ku yan hatiye birîn, yan nivî hiqûq didne wan. Dema ku kombûn nerizayetiyan nîşan didin, daxwazên wan bê bersiv dimînin.

Di heman demê de karkerên kargehan rûbirûyî gefên derxistina ji kar dibin, heke daxwaza hiqûq û miza xwe bikin.

Pêla bihatiyê û bêkariyê zexta li ser xelkê zêdetir kiriye û belengazî û perîşanî li nav civakê zêde kiriye.