Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xercê veguhastina alavên ticarî ji Çînê bo Îranê 5 qat bilind bûye

08:44 - 2 Çirriya paşîn 2026

Pêyman Senendecî, serokê komîsiyona veguhastin a odeya bazirganiya Têhranê ragihand ku xercê veguhastina her kantînêrekê ji Çînê ve bo Îranê ji 2 hezar û 800 Dolarî gihîştiye 13 hezar û 600 Dolarî.

Navbirî ragihandiye ku zêdetir ji 4 hezar kamiyon û tirêyliyên barhilgir bi tenê li sînorê Tirkiyê de mane, hinarde bo Pakistanê sekiniye û li sînorê Şelemçê de jî hinardekirin hatiye sînordarkirin.

Navbirî huşdarî da ku zêdebûna xercê veguhastinê û bi derengkevtina vê, dikare nirxa hewcehiyên bingehîn û berhemên din ên ticarî yên hawirdekirî, bilind bike.

Li raporên belavbûyî de tê xuya ku dorpêçên Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê bandoreke giran hebûye.