N. Nûredîn Sofîzade
Em dixebitin, di avakirina welêt de xwedî par bin û mîna welatiyên din, em xwedî maf û nasnama neteweyî a xwe bin. çima divê ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên xwe, em tim daxwazkar bin? Em naxwazin kesên din ji mafên xwe bêpar bibin, em tenê dixwazin ji nasnameya xwe xwedî derkevin û qedera me dest me xwe de be.
Em dixwazin ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyane û bi diyalogê bê çareserkirin, mafên hemû kesan bên parastin û kes ji ber nasnameya xwe ji neyê girtin û kuştin.
Weke Kurdek, ez nikarim li hemberî êşa gelê xwe bêdeng bimînim. Em mafdar in ku bi serbilindî bijîn, em mafdar in ku bi zimanê xwe bixwînin, bi çanda xwe bijîn û pêşeroja zarokên xwe bê tirs ava bikin, evane jî hemî di demekê de misoger dibin ku em bi xwe qedera xwe diyarî bikin, neyînku em blindest bin û desthilat û netewa baladest û rêjîma dagîrker bixwazin wan mafan weke sedeqe û xêr bo me bibînin û ev bo me diyarî bikin ku heta di nava wan de asmîle û êntîgire bibin. Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan sale bo çêkirina Kiyan û qeware û serweriya neteweyî xebat kiriye û nirxên giran jî di vê rêkê de dane, bê guman heya geheştina bi wan armancan jî dê xebat û berxwedan berdewam bike
Heta kengî em ê bêdeng bin? Heta kengî divê em li benda xêr û sedeqê bin? Îro ji heçî demê zêdetir me pêdivî bi hişyarbûn û hevgirtinê heye. Divê em rê nedin ku ti kes û aliyekê ku miamilê li ser qedera me bikin, lewra berî her tiştî dive weke rastiyekê em hem mijara hişmendiya netewî ku bi keyfxweşî ve li gupka pêşketinê de ye biparêzin, hem jî rastiyan digel gelê xwe bas bikin ku hem aliyê ku bi xeyala xwe li ser mafê gel miamilê li gel dagîrker dike, binasînin û vê perdê bidirînin ku xelk jî ruçkê wan bibîne.
Gelê me hişyar e û her tiştî fêm dike, lê ya çavnihêriya wan, helwest û nêrîna partiya wan, anku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye, çimku vê Hizbêy a xwe û ji xwîn û goştê xwe dizanin.