Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera vê heye navenda navkiya Kuling a rêjîmê çend qatî be

08:46 - 2 Çirriya paşîn 2026

Damezraweya Zanist û Ewlehiya Navnetewî ya Amerîkayê li raporekê de belav kiriye egera vê heye tûnelên bin çiyayê Kuling Gezla li nêzî navenda meyandina Oraniyoma Netenzê, çend qatî be çimkî deriyên çonejorê a wan tûnelan li bilindahiyên cuda de ne.

Vê damezraweyê ragihandiye tûnelên çiyayê Kuling 2 cot deriyên hundirî hene ku bo yek cihî vedibin, lê hêj ev bi serastî xuya nîne. Deriyên rojhilat a vê navendê derdora 50 metr ji deriyên rojavayê vê navendê nişîvtir in.

Li vê raporê de hatiye cudahiya vê bilindahiyê dide xuya an tûnel çendqatî ye, an bi sernişêviyekê rû bi nişîv heta tûnela din ve dirêj e û deriyeke guherîna hewa ji aliyê bakûr a çiya li bilnddahiya bi qasa deriyên aliyê rojava de ye.