Pêka raporên belavbûyî, Amerîkayê 20 milyon Dolar xelat bo wan kesan daniye ku bikarin zaniyariyên li derheq bernameya navkiya rêjîmê yên wek zanyariyên li derheq zanayên navkî, karbidestên bernameya etomiya rêjîmê, şiyan û teknolojiya pêwendîdar bi kes an saziyên pêwendîdar bi bernameya etomiya rêjîmê bidne Amerîkayê.
Herwisa Amerîkayê bilî vê xelata 20 milyon Dolarî gotiye her kesek wan zanyariyan bide Amerîkayê, mafê veguhastina wan jî heye.
Herwisa Amerîkayê ragihandniye her kesekê ev zanyarî hebin dikare bi rêya kanalên pêwendîgirtinê yên diyarî kirî, wan zanyariyan bigehîne Amerîkayê.