Rêkxirava Mafê Miroviye Hêranayê ragehand, Dadgeha Înqilaba rejîmê li Meşhedê sizaya bidarvekirinê bi ser Elî Zaxî û Îliya Ekberî, du girtiyên nerizatiya Befranbara 1404an de sepandiye, bi vê jî hejmara sizaderên bi îdamê li vê dosiya hevbeş a naskirî bi Şandîz gihaye şeş Kesan.
Li gorî raporta Hêranayê, taya 5 a Dadgeha Înqilaba Meşhedê, tohmeta wek Muharibe li rêya beşdarî li têkdana mulkê giştî û agirberdana binkên olî û kombûn û pîlangêriya bi dijî ewlehiya welat, bi ser wan du welatiyên nerazî de sepandine ku niha li girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê de ne, sizaya wan du welatiyan heya niha li qonaxa destpêkî de ye.
Li vê dosya hevbeş de, berê sizaya çar welatiyên din yên bi navên Mehdî Zerîf, Metîn Şabanî, Husên Resûlîneseb û Hesen Gulşenzade hatibû danê, ku sizaya Mehdî û Husên Resûlîneseb yekalî bûye û hatiye pesendkirin.
Ew dosiye peywendîdar e bi rûdawên nerizatiya 18 û 19ê Befranbara 1404an li bajarê Şandîz li parêzgeha Xurasana Rezewî.
Nerizatiyên seranserî ên Befranbara 1404an li 7ê Befranbarê ve li Tehranê bi mangirtina kasibkaran destpê kir û bilez tev çîn û qadên civakê girt û bû nerizayetiyekî seranserî.
Li pêvajoya tepeserkirina wê nerizatiyê ji aliyê hêzên ewlehî ên Komara Îslamî ve, hizaran kes hatine kuştin yan birîndarkirin, û dehan hezar kesên din jî hatine girtin.