Arteşa Amerîkayê roja Şemî 16ê Xezelwerê, pêkanîna desteyek taybet bo rêgirîkirin ji veguhastina çekên pêşkeftî, teknelojiya du mebest û alavên dorpêçkirî li sînorên vejayî û deryaya Xezerê ve bo Îranê ragehand, pêngavek ku li dirêjeya givaşên deryayî û dorpêçdana hêlên esmanî û hesinî ên Komara Îslamî têt.
Fermandehiya Navendî a Arteşa Amerîka (SENTKOM)ê ragehand, bi fermana Deryasalar Berd Kûpêr, desteya kar bo raspardeya Derwazeya hesinîn pêkaniye.
Ew desteye bi beşdariya nêzî 20 hêzên serbazî û medenî li binkeya SENTKOMê li Filorîda cihgîr dibe û erkê hevahengî ligel demûdezgehên din ên Amerîka bo rêgirîkirin li veguhastina barên qedexekirî li sînoran û deryaya Xezerê digre sitûyê xwe.
Bêrd Kûpêr, ew desteya bi pêngavek bo bihêzkirina amancên goşegîrkirina deryayî zanî û ragehand ku hevkariya nêzîktir a SENTKOMê ligel damezravên Hikumî, şiyana Komara Îslamî bo dabînkirina darayî a Terorîzmê, nûjenkirina kargehên çek û alavên serbazî sînordartir dike.
SENTKOMê eşkere kir ku goşegîrkirina deryayî li mehên derbasbûyî de rêgirî li hinardekirina pitir ji 25 Milyard Dolar nefta xam a Îranê kiriye.
Hevdem ligel wê pêngavê, Fuad Husên, Wezîrê Derve ê Îraqê piştrast kiriye ku Amerîka bi awayekî fermî daxwaz ji Bexdayê kiriye ku bilî du derwazeyan, tev derwazên sînorî ên ligel Îranê dabixe.
Ji aliyekê din ve, givaşên li ser sînorên bejayî ên Pakistan û Tirkiyê pitir bûn û pêvajoya derbasbûna barhilgiran bi awayekî berçav sekiniye.
Ew rêkara nû li dirêjeya hewla Goşegîrkirina Abûrî, a dewleta Tiramp de tên, ku berê bi mebesta daxistina tev rêrewên cêgirên Tehranê bo veguhastina çek, nefit û alavên qedexekirî givaş xistibû ser 27 Kompaniyên firokevanî û hêla hesinî a Komara Îslamî.