Şêwraya hevahengiya Rêkxirava pîşeyî yên Mamosteyên Îranê li raporekê de eşkere kir ku bihaya dolarî a heqdesta mamosteyan li heyama 10 salên derbasbûyî de bi rêjeyek berdewam daketiye û li 636 dolar li sala 1395an de, gihaye nêzî 109 dolar li meha Xezelwera îsal de, nîşaneyek rohin li hiloşîna hêza kirîna wê qatê ye.
Li gorî wê raportê, dahata rojane a mamostayan li Îranê de digehe nêzî 3 dolar û 60 sentan, ew hejmar li demekê de ligel welatên cîran de tê berhevdan ku dahata rojane a mamosteyan li Tirkiyê nêzî 50 dolar û li Îraqê li navbera 8 heya 15 dolariye.
Herwisa rêjeya teweroma xal bi xal gihaye %88.7 ku givaşa abûriyê li ser mûçexoran tundtir kiriye.
Tevî daxwaziyên Mamosteyan bo çaksaziya mûçeyan li gorî têçûya rastîn a jiyanê, nerizatiyên pîşeyî berdewam ji aliyê demûdezgehên Komara Îslamî ve rûbirûyê tepeseriyê bûne.
Li gorî amarên Mafê Mirovî, girtin, derkirin li ser kar û sizayê girtinê bi ser dehan çalakên pîşeyî ên mamosteyan de hatiye sepandin û aliyê kêm 47 mamoste li girtîgehê ne, yan hatine durxistin.