Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdertir ji 40 cure dermanên hestiyar û gelek hewce li Îranê dest nakevin

13:17 - 8 Çirriya paşîn 2026

Qeyrana hestiyar a dermanan li Îranê roj bi roj dijwartir dibe, tevî ku kirîn û hawirdekirina dermanan û madên bingehîn ên berhemanîna wan ti astengî û pirsgirêkek li dorpêçên bo ser rêjîma Îranê de nîne, lê berpirsên rêjîmê bi hêceta dorpêçan amade nînin dermanên hewce bo xelkê dabîn bikin û ev yeka gefek gelek metirsîdar bo ser tendirûstî û canê nexweşan e.

Li vê derheqê de Mihemed Haşimî, berdevkê saziya xwarin û dermanan a rêjîma Îranê îtiraf bi destnekevtina 40 dermanên hestiyar û gelek girîng li Îranê de kir.

Mihemed Haşimî navê wan dermanên hestiyar û gelek girîng belav nekiriye lê pêka raporên belavbûyî, hinek dermanên ku dest nakevin û nirxa wan 22 milyon Tumen bûye niha li bazara reş de bi 75 milyon Tumenî têne firotin an 400 hezarî bûye bi 50 milyon Tumenî têne firotin.

Pêştir berdevkê encumena dermansazên Îranê ragihandibû ku qeyrana destnekevtina zêdetir ji 800 cure dermanan heye û li bazara reş a dermanan de beşek ji wan dest dikevin ku bi nirxeke çendîn qatî têne firotin û li kalîteya wan dermanan de jî şik û guman heye û beşek ji nexweşan bi sedema dermanên sexte yên wan bazaran, tûşî pirsgirêkên gelek micid bûne.