Ragihandinên navxweyê Îranê çendîn rapor li derheq teqînên li parêzgeha Hormozganê belav kirine û pêka wan raporan li bajarê Sîrik, Cask, Bender Ebas û girava Qişmê de dengê çendîn teqînên mezin hatine bihîstin, lê li ser çavkaniya wan dengan û egera êrîşkirin bo ser wan cihan ti zanyariyek belav nekirine.
Nûçegihaniyên ser bi rêjîmê ên wek IRNA, Tesnîm û Fars li raporên xwe de îşare bi dengê teqînên mezin kirine lê bi serastî sedema wan teqînan eşkere nekirine.
Li derheq teqînên li girava Qişmê de jî raporên cuda li wan ragihandinan de hatine belavkirin, Tesnîmê dengê wan teqînan bi birêvebirina tengava Hormozê ve girê daye lê IRNAyê ragihandiye ku êrîşa esmanî bo ser beşa rojavayê vê giravê hatiye kirin.
Pêka wan raporan li deverên serbazî yên Caskê de jî teqînên mezin qewimîne û ev bi êrîşên esmanî binav kiribûn ku piştre ev rapor li malperên xwe de reş kirine.
Pêka dawî zanyariyan li girava Qişmê de sîstema beravaniya esmanî ya rêjîmê hatiye teqandin.