Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Ameîkayê tevî redkirina dengoya destberdana xwe ji kar, ragihand ku parastina ewlehiya Amerîkayê, biryardan dijwar kiriye û siyaseta tund a Donald Tiramp li hember rêjîma Îranê bo parastina ewlehiya Amerîka û berevanîkirin ji şêwaza jiyana xelkê Amerîkayê ye û ev girîngtirîn erkê Serkomar e.
Herwisa navbirî tekez kur biryardanên wiha tund û dijwar hekî nirxdanên giran ên siyasî jî hebe, hewce ye.
Herwisa Marko Robiyo ragihand: “Kabîneya Donald Tiramp, siyaseta bi paşxistina qeyranan û hiştina vê bo kabîneyên piştî xwe erê nekiriye û Serkomar Domald Tiramp biryar da li hember gefên rêjîma Îranê bisekine neku xwe jê biparêze an vê bo Serkomarê piştî xwe bi cih bihêle.
Pêştir Donald Tiramp jî ragihandibû ku li hember rêjîma Îranê bi ser ketiye tevî ku nirxeke siaysî daye lê amade ye careke din hekî hewce bike, fermana êrîşkirinê bo ser rêjîma Îranê bide û ji çi nirxdanekê xwe naparêze.