Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kawe Ahengerî: Entêgrasyon bê garantiyên mafên neteweyî, teslîmbûna li hember serweriya hêza desthilatdar e, Alternatîva Kurdan, tenê û tenê têkoşîna ji bo gihîştina mafên wan yên rewa û bingehîn e, ne tiştekî din.

14:40 - 8 Çirriya paşîn 2026

Di wan dawiyane de, têgeha «Entêgrasyon» wekî yek ji rêkarên çareserkirina pirsa Kurdan di nav sîstema siyasî ya Îranê de tê baskirin. Lê gelo tevlîbûna di avahiya siyasî ya heyî de, bêyî garantiyên mafên neteweyî û beşdariya rastîn di desthilatê de, dikare bibe rêyek ji bo bidestxistina mafên Kurdan, yan jî amrazeke ji bo sînordarkirina daxwazên neteweyî?

Di vê hevpeyvînê de, Kawe Ahengerî Şirovekarê Siyasî, bi nirxandina bingehên siyasî yên entêgrasyonê, ezmûna Kurdan li Îran, Tirkiye, Sûriye û Herêma Kurdistanê, û sênaryoyên pêşeroja siyasî ya Îranê, li ser alternatîvên tevgera siyasî ya Kurdistanê disekine. Ew herwisa girîngiya parastina serbixwebûna siyasî, yekîtiya navxweyî û garantiyên hiqûqî ji bo mafên neteweyî wek bingehên her çareseriyeke siyasî destnîşan dike.

Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzade

 

-Gelo entêgrasyona Kurdan di nav sîstima navendî ya Komara Îslamî de, bêyî garantiya mafên neteweyî û ji nû ve dabeşkirina desthilatê, rêyek e ji bo beşdariya wekhev, yan projeyek e ji bo kontrolkirin û sînordarkirina tevgereke neteweyî? Gelo neteweyek ku bi dehan salin ji bo mafên xwe têkoşînê dikin, divê pirsa xwe ya neteweyî bi beşdarbûna di sîstima heyî de kêm bikin?

Kawe Ahengerî: Bi nêrîna min, we pirsa wisa pêşkêş kiriye ku em bi lez bikevin nava kûrahiya mijarê. Di sîstima siyasî ya weke Komara Îslamî de, ku sîstimek îdeolojîk a dawîzemanî ye û 48 sal in siyaseta xweyî û nexweyî peyrev dike, heta bazneya kesên xweyî yên nav Komara Îslamî jî sal bi sal biçûktir û tengtir bûye, di vê rewşê de bingeha entêgrasyonê dikare çi wateyekê hebe?

Xala girîngtir di vê mijarê de cureya entêgrasyonê ye. Armanc kîjan cureya entêgrasyonê ye? Siyasî? Çandî û nasnameyî? An jî zimanî?

Bersiv pir hêsan e: Ji ber ku sîstima siyasî ya serdest li Îranê sîstimek hîrarşîk e û nedemokratîk e û di bingehê de jî guhertin û pêşketin, heta reformên dêmokratîk, pêk nayên; lewma her cure tekez kirin li ser têgeha entêgrasyonê, di rastiyê de, teslîmbûn û qebûlkirina serweriya hêza serdest e di warên siyasî, çandî û nasnameyî de, ne tiştekî din.

Pirsa we ya dawiyê jî tam nîşanî vê mijarê ye. Ji ber nebûna mekanîzm û şiyana dêmokratîk di sîstima siyasî ya serdest li Îranê de, ji bo çareserkirina pirsgirêk û krîzên gelek alî, beşdariya tevgerên wekhevîxwaz û azadîxwaz di sîstimek wiha de, bê wata û bê bingeh e.

-Bi avirdan û nêrîn li ser ezmûna Kurdan li Îran, Tirkiye, Sûriye û Herêma Kurdistanê, em dikarin çi dersek stratejîk werbigirîn? Gelo bêyî parastina serbixwebûna biryardayînê û hêza danûstandinê, egera vê yekê heye ku destkevtên tevgereke neteweyî di danûstandinên siyasî de bibin qurbanî?

Kawe Ahengerî: Di rastî de, ezmûna Tirkiyê baş ji bo me eşkere dike ku karesateke bi navê entêgrasyonê çi ye. Entêgrasyona ku tê nîqaşkirin, bi rastiya dîrokî û nasnameya Kurdistanê re tu hevahengiyekê nîne. Ev di demekê de ye ku entêgrasyona rastîn li ser çend bingehan ava dibe:

Wekheviya hiqûqî: Ti girûpek nikare ji ber ziman, netewe an nasnameya xwe ya neteweyî bibine xwediyê mafên kêmtir.

Beşdariya siyasî: Divê hemû kom xwedî derfetên wekhev bin û di biryardayîn û desthilata siyasî de beşdar bibin.

Qebûlkirina ciyawaziyan: Divê ciyawaziyên zimanî, çandî û nasnameyî bên naskirin û pejirandin.

Hebûna saziyên hevbeş: Divê komên cuda bikaribin di çarçoveya saziyên ku ji aliyê hemûyan ve tên qebûlkirin de, li ser mijarên hevpar biryarê bidin.

Hesta xwedî bûnê ya hevbeş: Divê her tak xwe wek endamên wekhev yên civaka siyasî bibînin, ne wek komên xwedî astên cuda yên xwedî bûnê.

Niha, bi van pîvanan, kîjan ji wan di plana entêgrasyonê ya li Kurdistanê (Tirkiyê) de hatiye qebûlkirin?

Li Sûriyê jî, ji ber hêjmoniya deselata îdeolojîk, xuya ye ku heman rêya Tirkiyê tê meşandin. Lê li Kurdistana Îraqê rewş bi tevahî cuda ye. Ji bilî Şengalê, ku di bin kontrola komên girêdayî bi PKKê de ye û ew herêm radestî artêşa Îraqê kirine, beşên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, û rewşa wan gelek baştir e.

-Ger Komara Îslamî lawaz bibe an hilweşe, hêzên siyasî yên Kurd divê bi çi bernameyê bikevin nav hevkêşeyên siyasî yên pêşerojê? gelo divê di destpêkê de beşdarî di avahiya siyasî ya nû de bibe, yan jî berî her peyman û lihevhatinekê, mafên neteweyî û pêgeha siyasî ya Kurdistanê dive bên misogerkirin?

Kawe Ahengerî: Di her du rewşan de, bi nêrîna min, hewce ye ku Kurd wek neteweyek û Kurdistanê jî wek yekeyek û xakeke dîrokî, bikevin nav hevkêşeyên siyasî yên pêşerojê.

Pêşniyara entêgrasyonê berî pejirandina destûra bingehîn a nû, di rewşa hilweşîna Komara Îslamî an jî guhertineke bingehîn di avahiya wê de (bi ferzeke mehal), şaşiyeke gelek mezin e.

Ji ber ku di her du rewşan de, divê Kurd û Kurdistan di destûra bingehîn de wek şirîk û yek ji stûnên sereke yên avahiya siyasî ya pêşerojê ya Îranê bên nîşandan. Herwisa, divê di yasaya bingehîn a nû de cihêrengiya neteweyî û pirrengiya nasnameyî ya Îranê bi awayekî fermî bêne naskirin û avahiya dewletê li ser bingeha wekheviya mafan û beşdariya bi rêjeyekê (parvekirina beşê) di desthilatdariyê de bên avakirin.

Bi gotineke din, em hîn jî xwedî destûreke bingehîn a demokratîk, hemûgir û berfireh nînin. Ji ber vê yekê, pêşkêşkirina mijara entêgrasyonê di nav qanûneke nedemokratîk an jî qanûneke nenivîsandî de, zêdetir dikare wekî derfetxwastina girûp û cinahekê bê nirxandin, ne wekî hewlek ji bo bidestxistina mafên neteweyî û nasnameyî yên neteweyên di nav Îranê de, an jî mafên civaka jinan, şûnketiyên olî û….

-Bi berçavgirtina guhertina siyaseta Amerîkayê û hêzên din yên herêmê, tevgera siyasî ya Kurdistanê çawa dikare ji derfetên navneteweyî mifahê werbigire, bêyî ku bibe amûra pêşbaziya hêzan? gelo bêyî piştgirêdan bi hêza xwe ya rêxistinkirî û îradeya serbixwe, tu garantiyeke derve ya domdar heye?

Kawe Ahengerî: Berî her tiştî, hewce ye bê gotin ku tevgera siyasî ya Kurdistanê berî damezrandina dewlet neteweyên herêmê û hatina Amerîkayê bo herêmê jî hebûye. Lê rastî ev e ku îro Amerîka akterê siyasî yê serdest di qada siyasî de ye. Ev nayê wê wateyê ku em xwe bavêjin hembêza Amerîkayê. Lê ji ber ku Kurdistan xwedî tevgereke azadîxwaz û demokrasîxwaz e, dikare di gelek mijaran de, bi pêkhate û hêzên demokrasîxwaz yên herêmî û cîhanî, bi taybetî Amerîkayê re, li ser projeyên hevbeş yên berjewendiyê bifikire û di vê çarçoveyê de wek akterek rolê xwe bilîze.

Lê divê vê prensîba hêja û bingehîn a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, ku ew jî serbixweyiya siyasî ye, biparêze û wê ji bo berjewendiyên ti hêzeke din feda neke.

Di heman demê de, Amerîka û hêzên din yên ku di çarenûsa siyasî ya Rojhilata Navîn de destê wan heye jî hewcedarî bi hevkariya tevgera siyasî û demokratîk a Kurdistanê hene. Ev yek dikare wekî derfeteke girîng ji bo partî û rêxistinên siyasî û tevgera civakî ya Kurdistanê bê nirxandin.

-Eger entêgrasyon wateya tevlîbûn di nava avahiyeke siyasî be ku mafên neteweyî yên Kurdan garantî nake, alternatîva wê ya siyasî û pratîk çi ye? Hêzên siyasî yên Kurd çawa divê di navbera yekîtiya navxweyî, parastina serbixweyiya siyasî û bidestxistina garantiyên hewce ji bo pêşeroja Kurdistanê de pêwendiyekê ava bikin?

Kawe Ahengerî: Heke em li felsefe, hewcehî û sedemên hebûna tevgerên siyasî û dîroka têkoşîna Kurdistanê binêrin, dê baş ji bo me eşkere bibe ku hemû ew barê giran û hemû ew biha yên ku li ser Kurd û Kurdistanê hatiye sepandin, encama hebûna saxtarek nedemokratîk bûye. Ji ber vê yekê, li gorî baweriya min, alternatîva Kurdan di rewşeke wiha de, tenê û tenê têkoşîna ji bo gihîştina mafên wan yên rewa û bingehîn e, ne tiştekî din.

Niha ku rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn di nava şer û aloziyê de ye, divê Kurd, di heman demê de ku tekezê li ser yekîtiya neteweyî û parastina serxwebûna siyasî dikin, bi hişmendiya siyasî, li pey derfetan bin. Ya ku ji bo min eşkere ye, ev e ku di nav krîzan de derfetên zêrîn û bêhempa hene ku dikarin berjewendiya Kurdan misoger bikin. Lê ya ku hewceye ye, helwesteke hewce ya li hemberî wan rewşan û xwedîderketin ji hebûn û şiyana xwe ye .

 

Spas ji bo Rêzdar Kawe Ahengerî