Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 3 neraziyên binçavkirî bidar vekirin

13:15 - 8 Çirriya paşîn 2026

Sibêdeha roja Yekşemî 8ê Çiriya Paşîn, “Hesen Dîwbend, Hemîd Kazimî û Riza Zengene” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê de bi awayê nihênî, bê agehdarkirina parêzer, malbat û hevdîtina dawî digel malbatê ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekirin.

Dadgeha rêjîmê bi tohmetên wek “beşdarî li hewldanên operasiyonî yên Îsraîl û Amerîka û girûpên dijberî ewlehiya netewiya rêjîmê, miharibe û tohmetên pêwendîdar bi amadebûna wan li xwenîşandanên heyva Befranbara 1404 a rojî, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandibû.

Ev 3 girtiyên siyasî li dosyek hevpar de digel 11 girtiyên din bi wan tohmetan li taya 2 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Kerecê, bi dadweriya “Sebzewarî û Nerîmanî” yên dadwerên rêjîmê, sizaya bidarvekirinê bi ser wan 3 girtiyan de sepandibûn.

Herwisa rêjîmê dest bi ser darayiya wan 3 girtiyan de girtiye û bo qazanca xwe ev talan kirine.