Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê amadeyê danûstandin li ser mijara bernameya navkî nine

13:29 - 8 Çirriya paşîn 2026

Îbrahîm Ezîzî, serokê komîsiyona ewlehiya netewî ya meclîsa rêjîmê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya ILNAyê de îdia kiriye: “encama hilbijartinên Amerîka û guherîna navxweyî ya wan hizban ti bandorek li ser stratejiya navkî ya rêjîmê nîne û her cure hewldaneke Amerîka û Îsraîl dê rastî bersivdana tund bibê”.

Li halekê de berpirsên rêjîmê bi rêya welatên navbendçî lahiyan bo sekinandina dorpêçan û destpêkirina danûstandinan dikin, wî nûnerê meclîsa rêjîmê îdia kiriye heta demekê ku Amerîka hemû mercên me bi tevavî erê neke û wan bi rê ve nebe û pêbendê birêvebirina wan nebe, em nikarin bibêjin ku guherînên li nav hizbên Amerîkayê li biryardanên me de li ser mijarên girîng ên wek şer an bernameya navkî de bandor heye.

Navbirî îdia kir bi ti awayekê rêjîma Îranê amade nîne li ser mijara bernameya navkiya xwe danûstandinê bike, ev yek li halekê de ye ku Amerîkayê ragihandiye giringtirîn mijar li danûstandin digel rêjîma Îranê, bernameya navkî ye û Amerîka bi ti awayek derfeta bidesveanîna çeka navkî nade vê rêjîmê û hekî hewce be dê êrîşên zêdetir bike ser vê rêjîmê.