Hejmarek ji Komarîxwazên Amerîkayê givaş xistine ser Donald Tiramp ku dibe rawstan li hember rêjîma Îranê gelek tund bike û 2 Senatorên Komarîxwaz daxwaza çekdarkirina neraziyan li Îranê û bikaranîna hêza serbaziya Amerîkayê bo herifandina rêjîma Îranê kirine.
Senator Têd Kurûz, piştî hevdîtina yekroje digel Donald Tiramp ragihandiye ku daxwaz ji Serkomarê Amerîkayê kiriye dawî bi gefên rêjîma Îranê bîne û neraziyan li Îranê de bo herifandina vê rêjîmê, çekdar bike.
Senator Têd kurûz li ser vê baweriyê ye ku dibe Amerîka bê şandian hêza xwe û bi mifahvergirtin ji dijberên rêjîma Îranê û piştevanîkirin li wan, herifandina rêjîma Îranê bike bernameya xwe.
Ji aliyê din ve Rîk Sikat, Senatorê komarîxwaz, daxwaza şandina hêza serbazî ya Amerîkayê bo jinavbirina rêjîma Îranê dike û gotiye em dibe dakevin meydanê û rêjîmê biherifînin û pirsgirêkê bi dawî bînin.
Herwisa navbirî ku endamê Komîteya Hêzên Çekdar a Senaya Amerîkayê ye, bi tekezî gotiye hekî Artêşa Amerîkayê biryarê bide hemû şiyana xwe li hember rêjîma Îranê bi kar bîne, ti kesek nikare li hember de bisekine û em dê rêjîmê ji nav bibin û dawî bi şerê demdirêj digel rêjîma Îranê bînin.