Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkeftina ciwanên Kurd li her kîderê bin, hemî Kurd şanaziyê pêve dikin

09:22 - 2 Çirriya paşîn 2026

Ferşad Gerdekane, Werzişvanê Kurd yê xelkê Kirmaşanê, ji bo cara çarem di taya werzişiya Cûcîtsûya Brezîlî ya bê kîmono de bû qehremanê Ewropayê.

Ev serkeftin careke din navê vî werzişvanê kurd di kêbirkêyên navneteweyî anî holê.

Gerdekane di kêbirkêya qehremaniya Ewropaya de bo sala 2026an de, ku di bin çavdêriya Fêdrasyona Navneteweyî ya Cûcîtsûya Brezîlî (IBJJF) de hatin lidarxistin, di wezina 97,5 kîlogreman de, di asta mêran a Mestêr 1 û asta kemera Binewiş de pileya yekem bi dest anî, û mêdala zêr a vê qonaxê kire para xwe.

Ev werzişvan piştî bidestxistina vê qehremaniyê, bi belavkirina peyamekê spasiyên xwe pêşkeşî malbat, rahêner, piştevanên darayî, heval û alîgirên xwe li Kurdistan û Bêljîkê kir. Wî herwisa ev serkeftin bi bilindkirina ala Kurdistanê pêşkêşî xelkê Kurdistanê kir.

Wî berê jî bi bilindkirina ala Kurdistanê li kêbirkêyên navneteweyî, nasnameya xwe ya Kurdî nîşan dabû. Di Cotmeha 2025an de, piştî bidestxistina pileya yekem di kêbirkêya Cûcîtsûya Ewropayê de li Ebûzebî, wî mêdala xwe ya zêr pêşkêşî malbatên şehîdên Kurdistanê, Kurdên bajarên Kerkûk, Efrîn û Urmiyê kir.

Ferşad Gerdekane, esla wî xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ye, û çend sal in li Bêljîkê dijî.