Rabûna lehiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li 25 parzêgehan de, tevî xisarên mezine madî û xiabbûna rêke û piran, jiançona çendîn jêrxanan, sekinîn an astengiyên hatinûçonê bi taybet li beşeke zêde ji gundan, xisarên canî jî li pey xwe aniye û zêdetir ji 6 kesan canê xwe ji dest daye û dehan kes jî birîndar bûne.
Pêka çenedîn raporên belavbûyî, zêdetirîn xisar a lehiyê li parêzgehên rojhilatê Kurdistanê de bûye û parêzgehên wek Luristan, Îlam, kirmaşan, Çarmihal û Bextiyarî, Kohgîlûye û Boyêr Ehmed û herwisa li parêzgeha Xûzistanê de xisar gelek zêde bûne.
Pêka dawî raporên li Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgeha Lursitanê de bi sedema tundiya barîna baranê û rabûna lehiyê, rêyên li navbera 190 gundan qut bûne û herwisa berq û gaza çendîn deveran jî hatiye qutkirin û li parêzgeha Urmiyê de jî li bajarl Mihabadê, Xoyê, Selmas û Xoyê, lehiyê gelek xisar li pey xwe anîn.
Hatiye ragihandin ku herifîna çiya û hatina heriyê bo ser rêyan û hêlên rêya asinî û rêyên din ên bajarê Têhranê bo aliyê bajar û deverên başûrê vî bajarî, qut kiriye.
Her bi sedema barîna barana bixur li Herêma Kurdisatanê jî û rabûna lehiyên mezin, li bajarê Hewlêrê xisarên mezin jê keftin, 2 kesan cane xwe ji dest dan û xisarên mezin gihandine jêrxan, mal, maşîn, û bazaran û xelkê Hewlêr û derdor.