Li heyama rojên derbasbûyî de girtin û tepeserkirina welatiyan û sepandina sizayên giran bi ser girtiyan, roj bi rojê li Kurdistanê de zêdetir dibe.
Li gorî rêkxirava mafê mirov a Hengawê, li bajarê Şinoyê de sê welatiyên Kurd yên bi navên (Zahîd Seydkerîmî, Sedredîn Îsmaîlzade û Komar Royan) li encama dadana hêzên rêjîmê bo ser mala wan welatiyan, ji aliyê hêzên Îtilaata spaha pasdaran ve hatine girtin û bo cihek nexûya hatine veguhastin.
Her di vê derheqê de li gorî nûçeya rêkxirava mafê mirovî a Kurdpayê, roja Çarşemî 6ê Xezelwera 1405an, ciwanekî Kurd yê bi navê Sanan Ferast temen 25 salî û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê dadgeha Înqilabê ve sizaya salek û 4 meh girtinê biser de hate sepandin.
Herwisa zêdetirî du heftiyane çarenivîsa ciwanekî Kurd yê bi navê Xaliq Xalidî xelkê gundê Bîjabad ê ser bi bajarê Şinoyê nexûyaye, navbirî di wî heyamî de li mafê hebûna parêzer û hevdîtin ligel malbatê hatiye bêparkirin.
Rejîm bi girtina welatiyan û sepandina sizayên giran bi ser welatiyan de dixwaze tirsê di nav civakê de çê bike û dengê rastîne çalakvan û girtiyan qut bike.