Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

22 milyard Dolar perê dewletê bê çarenivîs maye

12:22 - 22 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Di Îranê de ji ber daketina berdewam ya pere di heyama du salên borî de bi milyardan Dolarî pere bê çarenivîs mane.

Li gorî raporta Nûçegihaniya “ÎSNA” a girêdayî rejîmê, daketin û bênirxbûna pere bi qasekî bûye ku nahê peçavtin.

Eva di demekê de ye ku, Cehangîrî derheq perê bi qasî 2.7 milyard Dolarî de ku li destê Babek Zencanî de bûye axavtiye û her di vê pêwendiyê de jî dema ku navbirî digel berpirsê giştî yê Banka Navendî gengeşe kiriye, her di vê pêwendiyê de 22 milyard Dolar pere ji  aliyê navendên guherînên pere jî eşkere bûye.

Navbirî di berdewamiya axavtinên xwe de dibêje ku, dewleta berê ji bo kontrolkirina nirxa pere gotibû ku ji bo guherîna pere ji navendên guherînên pere li Stenbolê û Dubêy mifahê werbigrin û di encamê vê de jî, di heyama 18 mehan de 22 milyard Dolar ji welat çû derê, û di vê pêwendiyê de jî Mehmûd Behmenî berpirsê giştî yê Banka Navendî bertek nîşan da, û ev yek erê nekir û niha zelal nine ku kîjan berpisî ev pere ya diziye.

Eva di demekê de ye ku xelk  di Îranê de ji ber destengî û hejariyê, nikarin hewcehiyên jiyanê û hewcehiyên desrxwendina zarokên xwe …hwd dabîn bikin û karbidestên rejîmê jî bi pere dilîzin.