Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

225 Kolber di sala 1400 de hatine kuştin û birîndarkirin

13:25 - 26 Adar 2022

Saziya Mafê Mirovî ya Kurdpayê amara kuştin û birîndarakirina Kolberan li Kurdistanê di sala 1400an a Rojî de belav kiriye.

Navenda amariya saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê amara kuştin û birîndarkirina Kolberan di sala 1400an a Rojî de belav kiriye, pêka wê amarê di sala derbasbûyî de 225 Kolber hatine kuştin û birîndarkirin.

Navenda Amariya “Kurdpa”yê di rapora amariya xwe de bas ji çawahiya birîndarbûn û canjidestdana wan Kolberan kiriye.

 Amara belavkirî wiha ye:

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîmê: 123 kes

Teqeya hêzên leşkerî yên Tirkiyê: 10 kes

Kevtin ji bilindahiyan ve :16 kes

Sir û seqem û man di nava befir û reniyê de: 5 kes

Lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 11 kes

Teqîna mînê: 10 kes

Firedan ji bilindahiyê ve ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 kes

Kevtina nava çem : 2 kes

Celteya dil di dema Kolberiyê de: 3 Kes

Jehrî bûn bi sedema hilmijîna gazê: 2 kes

Bûyerên hatûçûnê di dema çûn bo Kolberiyê: 42 kes

Herwisa vê navendê bas ji wan deverên sînorî kiriye ku zêdetirîn kes têde bûne qurbanî, amar wiha ye:

Yekm sînorên “Bane û Tete” bi %41 zêdetirîn kolberên di wan du sînoran de bûne qurbanî.

Duyem sînorê “Newsûd”ê bi %31

Herwisa sînorên “Serdeşt û Urmiyê” bi %28 Sêyem cih e ku zêdetirîn Kolber di wan sînoran de bûne qurbanî.

Her di vê derheqê de di destpêka sala 1401an a Rojî Kolberek Kurd ê bi navê “Rostem Xizirî” temen 25 salî kurê “Kemal” xelkê bajarê “Şino”yê li ser sînorê “Bane”yê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîmê canê xwe ji dest da.