Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

23 Zarok di xwenîşandanên Îranê de hatine kuştin

11:35 - 5 Adar 2020

Saziya Lêborîna Nawnetevî ragihand ku di xwenîşandanên Meha Xezelwera derbas bûyî de li Îranê, aliyê kêm 23 Zarok ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Saziya efû ya Nawnetevî  ragihand û daxwaz kir ku biryarder û bikujên wan 23 Zarokan divê bêne mehkeme kirin û ceza danê.

Efûya Nawnetevî ragihand ku, zêdebarî evê ku vê saziyê li derheq tepeseriya xwenîşanderên îranê de, hinek belge bi dest xistine ku astê bêrehmî û cinayetê bide kifşê, lê dîsan jî hewceye ku Welatên endame Şêvra Mafê Mirov ya ser bi rêkxistina Netewên yekbûyî, bona jêvekolîn li derheq kuştara xwenîşanderan û bi taybetî li derheq kuştina Zarokan ji aliyê rejîma Îranê ve, jêwekolînê bikin ku hemî rastî bêne eşkere kirin.

Rejîma Îranê heya nihajî amade nebûye amara rastîn li ser hejmara kuştî, birîndar, girtî yan eşkere bike.

Pêka hinek amarên nefermî , tête gotin ku di tepeseriya xwenîşanderên Îranê de, aliyê kêm 1500 kes hatine kuştin, ku heya niha jî cinazên wan teslîmî malbatên wan nekirine, Hezaran kes ji xwenîşanderan hatine desbiser kirin, ku malbatên piraniya wan girtiyan, çi ji çarenivîsa wan nizanin.